Pêşkêşî
Peyama Serek
Parastina nasnameya kurdî û ya hêjayiyên demokratîk ên gerdûnî
Kêmasiyên me Kurdan, bê guman, gelek in. Lê hin meziyetên me jî hene ku ji kûrahiyên dîrokên vê de dom dikin û rê dane ku em wekî gelekî cihê û xwedî nasnameya xwe bimînin.
Di rêza pêşîn a van meziyetan de; rihê berxwedanê û zindeyîyeke ecêb, çibigre bê sînor.
Bi saya van meziyetan e ku kurd, vajiyaneyê piraniya gelên Rojhelata Navîn, karibûn li hemberî pêlên erebîkirina ku bi îslamiyetê re avêtin ser navçeyê rawestin, di ber xwe bidin. Rast e ku ew di nav demê de hatin ser dînê îslamî û heta ji vî dînî re qehremanê wî yê ji bo dinya derve navdartirîn û mirovhiztirîn, Sultan Selahedîn ê kurdî dan. Lê zimanê xwe, çanda xwe, nasnameya xwe, û hejmareke berbiçav a edet, tore û baweriyên xwe yên pêşîslamî jî parastin.
Di dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem de, gava ku welatê wan hate parve kirin, hejmara Kurdan bi zorê digihîşt çar milyon kesan. Piştî sedsaleke musîbet, kuştarî û derbederiyên giştî, îro ew nêzî çil milyonan e, li piya ne û hê jî bi nasnameya xwe ve girêdayî ne.
Mixabin, zimanê kurdî ku bingeha vê nasnamê ye, şîrêza wê ye, xesarên mezin dîtin di pêvajoya asîmilasyona zimanî ya zorekî ya ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê dimeşînin. Televîzyonên bi zimanên serdest, ku êdî digihên hemû malbatên Kurdan, pêvajoya erozyona zimanê kurdî gurrtir û xeddartir dikin. Ev kanalên neteweperest, îslamî an nijadperest orf û edetên kevnare yên piralîtî û pirrengiya çandî, zimanî û dînî ya civaka kurdî qels dikin, wan dixin jêr gefeke giran.
Welatên demokratîk ên Rojava pirr behsa nimûnebûna hêjayî û perensîbên xwe dikin, lê ji bo parastin û belavkirina wan zêde nalivin. Gava ku welatên wekî Îran an Erebîstana Siûdî ji bo belavkirina guharte (varyanta) ya xwe ya îslamê pereyên dinyayê xerc dikin.
Bi kurtî, divê ku Kurd bi xwe derdên xwe çareser bikin û di têkoşîna ji bo nasnameya xwe û ji bo demokrasiyê li hêviya kerema kesî nemînin.
Di vî warî de, Kurd1 înisyativeke serbixwe ya hin welatparêzên kurd e.
Amanca wê parastina ziman û çanda kurdî ya li jêr gefa windabûnê ye. Ew wisa jî dixwaze ku hêjayiyên gerdûnî yên demorasiyê, mafên mirov û laîkiyê di nav civaka kurdî de biparêze. Ev herdû amanc hevûdin temam dikin: parastina zimanekî li jêr gefê, parastina piralîtî û pirrengiya zimanî yê ku ji bo berdewamiya mirovahiyê û şaristaniyê (medeniyetê) hêmanên pêwist û ferz in. Û piralîtî, pirrengî jî tenê dikarin di nav demokrasiyê de geş bibin.
Kurd1 tê dinyayeke televîzyonî ya ku tê de bêtirî deh kanalên kurdî hene. Her yek ji wan li gora xwe di tenga xwe de xizmeta gelê kurd dike. Kurd1 yekem televîzyona civaka medenî ya kurdî ye, ji hemû partî û dewletan serbixwe ye, dixwaze di xizmeta hemû temaşevanên kurd de be.
Kurd1 yekem kanala seranser bi zimanê kurdî ye ku bi tu partî an dewletê ve girêdayî nîn e, serbixwe ye. Bihayê vê serxwebûnê heye; derfet û mecalên me yên diravî kêm in. Lê di milê din de azadiya me bê sînor e. Em hêvîdar in ku bi saya vê azadiyê emê bikaribin zîrekî û qabiliyetên cihêreng li dora xwe bicivînin, bala hejmareke bilind a temaşevanên kurd ên ji her deverên Kurdistanê bikşînin û di demeke kurt de bibin televîzyoneke kurdsitanî ya malbatî, çandî, perwerdeyî û xemrevînî.
Bi kurtî, amanca ku em didin ber xwe dijwar e, lê em bawer in ku di nav zeman de, bi saya rihê berxwedan û zindeyiya kurdî, bi saya zirekî û fedekariya hevkariên kurd û ewropî yên Kurd1ê, emê vê amancê bibin serî.
Kendal NEZAN
Serekê Kurd1ê
Bername
Frekans
NILESAT
10930 H, SR 27500, FEC ¾ (Atlantic Bird 4A)
EUROBIRD 9A (9°Est)
11938 H, SR 27500, FEC ¾
Ser Box
NeufBOX
Kanal : 612
FreeBOX
Kanal : 649
|Pêşkêşî | Dîroka Me | Dersa Kurdî | Keskesor | Başûr | Şahî û Şadî | Sînema | Belgeyî | Rêzefîlm | Muzîk | Frekans | Têkilî |
© 2024' Kurd1 Hemû maf parastî ne. Enstîtuya kurdî ya Parîsê