Peyam
Messages : 1
to 10
Page : 1
Number of messages : 1008
on 31/01/2012 at 11:40
Silav Kurd1, weşana kanala we ez gelekî diecibînim, lê gelek kêmayî heye. Hûn dibêjin, "Em kanala sedsala 21ê ne", lê millet êdî 3G weşanê dike, hîn hûn bernameyên zindî çênakin, nûçeyan pêşkêş nakin. Bila parlamenterên BDPyê bên Kurd1ê jî. Hitanî îroj di Kurd1ê de me qet klîbên gerîlla temaşe nekirine, cîh bidin wan jî. Heke hûn jî ji girtinê ditirsin, wê bigrin jî, hûn jî navê kanala xwe bikin Kurd2, çawa me Med TV dikir Medya TV. Serkeftin.
on 25/01/2012 at 21:40
Silav û rêz,
Ez kurmancê Ankarayê me, ez ji televîzyona Kurd1 dixwazim sa zarokên kurd pîçik din karton fîlm zêdetir bikin. Ez bawer im eger zarokên kurdan pir xaşdir bîminin. Dîsa jî sipas sa weşana we.
on 23/01/2012 at 01:45
Siłam
Sipas ji we ra, ew bernameye fere xasdane. Bełam xwezge kemîgîş we Kurdî Kirmaşanî bername pexş bikirdyayn ta merdim îreyş feretir temaşay bernamekanîwe biken.
Bimînin bi xêr û xweşî.
on 18/01/2012 at 15:12
Kurd1 em li benda te ne ku tu jî nûçeyan peşkêş bikî, bila barê ser Roj TVyê hebekê sivik bibe, alîkarîya Roj TVyê bike û bernameyên zindî çêbike.
on 15/01/2012 at 12:39
Silav û rêz
Qewet be ji we ra hevalên hêja û hûn tim û tim sax û silamet bin, bernameyên Kurd1ê piralî û biprensîb in. Em kurdê kela makê ji bajarê Qezvînê ji rojhilatê Kurdistanê zef zef hez ji bernameya we dikin, xasma Dengên Axê, Dîroka Me û bernameya zaroka. çima? ya yekê dengên xaş û rind in ku ji dil derketini û li dil jî cî digrin (Radyoya Rewanê) û ya duduya jî behsa kal û bavê me Kurda, tarîxa gelê me dikin û ders dikin ji bo nislên teze ku şaşîyên berê dubare nekin û ya sisya jî zarokên me, ku paşeroja Kurdistanê ne, dikin kurd û kurdistanî û ruhê wan dikin kurdperwer û kurdîhez. Bijîn û serketî bin.
on 09/01/2012 at 20:04
Ez ewil gelek sipas dikim ji bo xebata xebatkarê Kurd1 û van filmên kartonî (Yakari û Cedric) bi dûblajek hêja pêşkêş dikin. Ez ji we re serkeftinê dixwazim.
on 09/01/2012 at 17:00
Silav Kurd1,
Ez berî her tiştî sipasiya we dikim ji bona vê xizmeta we û serkeftinê ji we re dixwazim. Ez dibêjim programa nûçeya jî hebûya ew ê baştir bûbûya. Serkeftin ji we re.
on 01/01/2012 at 20:50
Silav,
Ger hûn fîlma "V for Vendetta" bi Kurdî biweşînin wê pir baş be. Mijara fîlmê bi kurdan re têkîldar e Û têde navê Kurdistanê jî derbas dibe.
Her wiha di nav fîlmê bi navê "Hidalgo"yê de jî navê Kurdistanê derbas dibe.
Her wiha ji ber ku di Kurd1ê de nûçe nayê weşandin zêde bala girseyên berfireh nakşîne. Çunkî Kurd elimîne nûçeyan û êdî bultena nûçeyan wek dara piştê (omurga) ya televizyonan tê hesibandin.
Ji bo ku hûn bernameyên xwe bidin temaşekirin divê hûn xwedî navendeke nûçeyan bin.
Serkeftin bo we...
Messages : 1
to 10
Page : 1
Number of messages : 1008
